Fatih Gazioğlu
10 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2019
Pirtûka "Xezîneyên Çanda Tirkiyeyê" ya ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) va hatibû amadekirin û behsa dîroka berhemên Anadoluyê dike li pirtûkfiroşan tê firotin.
Ajansa Anadoluyê bi hevkariya Wezareta Çand û Turîzmê bi navê "Xezîneyên Çanda Tirkiyeyê" pirtûkek amade kir.
Di pirtûkê da nûçeyên berhemên dîrokî yên di ku qismekî wan di lîsteya Teşkîlata Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) da cî digirin hatin berhevkirin.
Di pirtûkê da Dêra Axtamarê ya ku li ser Gola Wanê, Manastira Sumelayê ya li Trabzonê, Qesra Îshak Paşa ya ku li Bazîda navçeya Agiriyê ye jî di nav de bi tevahî behsa 80 berheman tê kirin.
Nûçe û dosyeyên der barê berheman da bi sernavên "Kulîye-Medrese-Turbe", "Mizgeft", "Kelh", "Dêr", "Bajarên Antîk", "Muzeyên Vekirî" û "Pir" hatin kategorîzekirin.
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriyê yê Ajansa Anadoluyê Şenol Kazanci pêşgotina pirtûkê nivîsî.
Kazanci got ku divê ew berhemên dirokî û çandî her dem biparêzin û ji bo vê çi tişta ji destê wan tê ew ê bikin. Kazanci di pêşgotinê de nêrînên xwe parve kirin û wiha got:
"Di lîsteya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSCO) da ji sala 2018an heta niha 18 berhemên me hene. Di lîsteya UNESCOyê ya berwext da jî 77 berhemên me yên dîrokî cî digirin. Ev pirtûka di destê we da behsa van berheman û taybetiyên wan dike. Ev pirtûk ji bo kesên bi mijarê re eleqeder in çavkaniyeke girîng e. Ez ji ber xebatên amadekirina vê pirtûka spasiya hemû hevalên xwe dikim."