Türkan Tosun
09 Mijdar 2020•Rojanekirin: 10 Mijdar 2020
Weşana Makedonî ya Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku di çarçoveya vîzyona sala 100emîn da di 9ê Mijdara 2015an dabû destpêkirin 5 salê xwe temam kir.
Beşa Makedonî navenda weşana xwe li Uskupa paytextê Makedonyaya Bakur vekir û li wir bi weşana Albanî ra ev 5 sal e weşana xwe didomîne.
Beşa Makedonî ji roja ku vebûye heta niha ji Balkanan, Tirkiye û dinyayê 66 hezar û 654 nûçe, 23 hezar û 58 foto galerî û 14 hezar û 959 dîmen weşand.
Di nav 5 salan da beşa Makedonî ket nav çavkaniyên herî girîng ên nûçeyan ên li herêmê.
Her çiqas şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) dewam bike jî xebatkarên beşê li gor tevdîran dixebitin. Vê beşê hemû geşedanên der barê şewba koronayê da jî gihand raya giştî.
Edîtoriya Nûçeyên Albanî û Makedonî ji bilî nûçeyan, wêne, dîmen û grafîkan jî pêşkeşî abone û xwînerên xwe dikin.
AA digel zimanê Tirkî, bi zimanê Îngilizî, Erebî, Fransî, Boşnakî-Xirvatî-Sirpî (BHS), Rûsî, Kurdî (Kurmancî-Soranî), Albanî, Makedonî, Farisî, Endonezî û Spanyolî jî weşanê dike.