Uğur Aslanhan,Ergin Garip
11 Gulan 2023•Rojanekirin: 11 Gulan 2023
Beşa ewil a belgefîlma "Hedef KIZILELMA" ya qala merheleyên çêkirin û pêşvebirina Bayraktar KIZILELMA ya wesayîta hewayî ya bêmirov a ku balafira şer a bêmirov a ewil a Tirkiyeyê ye dike, dikeve weşanê.
Lîderê Teknolojî û Serokê Lijneya Rêveberiya Baykarê Selçuk Bayraktar berî weşandina ewil a belgefîlma ku li Navenda Kongreyê ya Stenbolê wê bê kirin, civîna çapemeniyê li dar xist.
Di civînê da Bayraktar destnîşan kir ku KIZILELMA xeyala wan a 20 salî ye û wiha pê da çû: "Ji roja ewil a me dest bi çêkirina ÎHAya biçûk kir heya dema balafira robot a welatê me derket holê em li benda wan roja bûn. Sala borî ji 100emîn sala Komara me ra mehek ma û me ew firand."
Bayraktar bangî herkesî kir ku bila belgefîlma Hedef KIZILELMAyê temaşe bikin û wiha domand: "Bila hemû miletê me û yên li erdnigariyên dost û hevalên me ne belgefîlma Hedef KIZILELMAyê ji ser qanala Baykarê ya Youtubeyê temaşe bikin."
Ji Bayraktar hat pirsîn ku gelo KIZILELMA wê bombeya ewil çi çaxê biavêje û wî jî got: "Înşeallah di sala 2024an da wê bê çêkirin û di wê navberê da wê ceribandin bên kirin."
Ji derhênerên belgefîlmê Altug Gultan got ku amadekirina belgefîlmê bi qasî 9 mehan dewam kir û wiha domand: "Em dixwazin qala wan merheleyên zor û zehmetiyên ku malbata Bayraktar û rêhevalên wan jê derbas bûne bikin."