Dilara Zengin
19 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2021
Peyka nû ya Tirkiyeyê Turksat 5Byê bi saeta Tirkiyeyê di saet 06.58an da ji Baregeha Cape Canaveralyê ya li Floridaya eyaleta Amerîkayê şandin fezayê.
Alîkarê Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Omer Fatîh Sayan, Serokê Lijneya Rêvebiriya Turksatê Prof. Dr. Kemal Yuksek, Midûrê Giştî yê Turksatê Hasan Huseyîn Ertok, Endamê Lijneya Rêvebiriya Turksatê Dr. Şuayîp Bîrîncî û burokratên din bi hev ra şandina peykê temaşe kirin.
Peyka ragihandinê Turksat 5B di nav peykên Turksatê da peyka herî bihêz e ku bi roketa Falcon 9ê ya şirketa Space X va ew şandin fezayê.

Turksat 5B li gor peykên Servîsa Peykên Sabît (FSS) herî kêm 20 qat zêde bihêz e û peyka herî zêde kapasîteya wê ya bar heye tê qebûlkirin.
Turksat 5B xwedî giraniya 4 ton û nîv giraniyê û 15 kîlovat kapasîteya hêzê ye.
Ji bilî Tirkiyeyê Turksat 5B wê di qadeke berfireh ya ku tevahiya Rojhilata Navîn, Kendava Basrayê, Behra Sor, Behra Spî, Afrîkaya Rojhilat û Bakur, Nîjerya, Afrîkaya Başûr û welatên nêzîk di xwe da dihewîne da bê bikaranîn.

Ewê bikaribe ji 55 Gbpsê zêdetir ragihandina daneyan bişîne.
- Di çêkirina Turksat 5Byê da melzemeyên xwemalî jî hatin bikaranîn
Turksat 5B wê kapasîteya ragihandina daneyên peykê Ka-Bantê wê ji 15 qatî zêdetir zêde bike, di qadên esmanî û behrevaniyê da wê bê bikaranîn.
Ji bilî vê cihên ku binesazî nagîhêje û ji ber vê înternet lê tune jî bi saya vê peykê binesaziya înternetê wê bikaribe bê bikaranîn.
Di Turksat 5Byê da 2 melzemeyên ragihandinê yên li Tirkiyeyê hatine çêkirin jî hatin bikaranîn.
Bi Turksat 5Byê va hejmara peykên Tirkiyeyê wê derkeve 8an.