Ferizat Kaya
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
PEKÎN
Wezareta Karên Derva yê Çînê ragihand ku tûra yekemîn a civîna dîaloga aboriyê ya bi Amerîkayê re di 19 tîrmehê de dest pê dike.
Berdevkê wezaretê Ging Şuang, di civîna çapemeniyê da got ku Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping û Serokê DYAyê Donald Trump hefteya borî di lûtkeya Serokên G20ê de biryar dan ku civîna dîaloga aboriyê bê kirin.
Li ser vê, tûra yekemîn a civînan wê 19 tirme li Washingtona paytextê Amerîkayê bê kirin. Ging ragihand ku Alîkarê Serokwezîrê Çînê Vang Yang û Wezîrê Xezîneyê yê DYAyê Steven Mnuchin û Wezîrê Bazirganiyê Wilbur Ross dê beşdarî civîne bibin.
Ging got ku di tûra yekemîn a hevdîtinan da wê mijarên aboriya hevpar a herdu welatan bên nirxandin.