Önder Beyter
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
ERZURUM
Li 17 parêzgehên ku Yekîtiya Îxracatvanên Rojhilatê Anadoluyê (YÎRA) lê mêze dike, di serdema yekemîn a salê da Şirnexê bi serê xwe ji sedî 16ê îxracatê pêk anî û bû yekemîn.
Li gorî berhevkirina peyamnerê AAyê ya ji daneyên YÎRAyê, ji 17 parêzgehên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku YÎRA lê mêze dike, di 6 mehên ewil ên îsal da bi 906 milyon û 132 hezar dolarî îxracat hat kirin.
Di îxracata vê serdemê da li gorî sala par, Şirnexê rêjeya xwe ji sedî 79 zêde kir û bi 159 milyon dolarî va bû xwedî para herî mezin. Para Şirnexê ya di îxracata parêzgehên ku YÎRA lê mêze dike da jî ji sedî 16 e.
Li bajêr ji aliyê fîrmayên xwecihî va di salên vê axiriyê da tevî berhemên zad û xurekê, fêkî û sebzeyên ter û hêşîn jî hatin îxrackirin.
Li herêma navborî di dabeşkirina îxracatê ya li gorî parêzgehan da Şirnex bû yekemîn û herwiha pey ra Wan, Elezîz, Hekarî, Erzirom, Batman û Erzingan tên.
- "Herî zêde îxracat ji Şirnexê ye"
Serokê Lijneya Rêveberiya YÎRAyê Cemal Şengel di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku Şirnexê ji sedî 16ê îxracata herêmê bi serê xwe kir û herwiha di serdema yekemîn a salê da bû ew parêzgeh ku herî zêde îxracat kir.
Şengel bal kişand ku îxracat di trenda hevrazbûnê da ye û wiha dewam kir, "Bi xêra fîrmayên endam ên li 17 parêzgehên ku girêdayî YÎRAyê ne, di 6 mehên pêşîn ên salê da bi 906 milyon û 132 hezar dolarî îxracat hatiye kirin. Ji sedî 16ê vê rêjeyê ku ew jî dike 159 milyon dolar, ji Şirnexê pêk hatiye. Bi vî awayî li herêma me parêzgeha ku herî zêde îxracat kir, Şirnex e."