Mehmet Can Toptaş
17 Îlon 2025•Rojanekirin: 24 Îlon 2025
Li Tirkiyeyê ji dawiya meha hezîranê û pê va hejmara dewaran wekî 17,2 milyonî û ya pez jî wekî 58,2 milyonî hat qeydkirin.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên heywandariyê yên meha hezîranê eşkere kirin.
Li gorî vê, hejmara dewaran bû 17 milyon û 189 hezarî. Hejmara ga û çêlekan li gorî berfanbara par ji sedî 1,2 zêde bû û derket 17 milyon û 30 hezarî, ya gamêşan jî ji sedî 2,3 daket û bû 158 hezarî.
Hejmara pêz jî di heman mehê da wekî 58 milyon û 206 hezarî hat qeydkirin. Hejmara mihan di hezîranê da li gorî berfanbara par ji sedî 6,7 zêde bû û derket 47 milyon û 15 hezarî, ya bizinan jî ji sedî 3,4 zêde bû û derket 11 milyon û 191 hezarî.