Burak Özmercan
09 Îlon 2026•Rojanekirin: 09 Îlon 2026
Otomobîla bi plakaya 06 YA 2575 a ku M.O diajot li Taxa Korupinarê ji kontrolê derket û welgeriya şerampolê.
Di qezayê da ajokar û kesekî di otomobîlê da birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî û xilaskirinê sewqî cihê qezayê kirin.
Ekîbên xilaskirinê birîndarên di otomobîlê da asê mabûn xilas kirin û teslîmê ekîbên tenduristiyê kirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Besniyê.