İbrahim Toprak
22 Tebax 2024•Rojanekirin: 27 Tebax 2024
Li Derinceya gundê li ser Kozluka navçeya Batmanê bi germbûna hewayê ra veberhênana xwê bi rêyên kevneşopî zêde bû.
Niştecihên gundê Derinceyê bi salan e bi rêyên ku ji bav û kalan hîn bûne xwê hildiberînin.
Li gund tekane karê ku malbat pê debara xwe dikin hilberandina xwê ye. Gundî ava bi xwê ya ji bîran dikşînin berdidin hewzên mezin, av li vir bi qasî 2 rojan tê sekinandin û peyra wê avê neqlê hewzên biçûktir dikin.
Ava bi xwê ya di van bîran da hefteyakê tê sekinandin bi germa hewarê ra zuha dibe û li binê hewzê tenê xwê dimîne. Hilberîner xwê dikin pakêtên 10, 25 û 50 kîloyî. Ev xwê zêdetir di çêkirina qelî, penêr û tirşînê da tê bikaranîn.
Muxtarê gundê Delîceyê Îzzettin Yuksel ji nûçegihanê AAyê ra axivî û got ku ew bi salan e ku xwê hildiberînin.
Yuksel got ku ew li tezgahên li ser rêyan xwê difroşin, her wiha di nav da Diyarbekir û Wan jî dişînin gelek bajarên din.
Yuksel diyar kir ku gundî ji bo hilberandina xwê di mehên havînê da li gund dimînin. Yuksel got ku ji bo hilberandina xwê pileya germahiyê pir girîng e û îfade kir ku bi taybetî di mehên havînê da bi germbûna hewayê ra rêjeya hilberînê jî zêde dibe.