İbrahim Yaldız
30 Tebax 2024•Rojanekirin: 03 Îlon 2024
Li Mûşê mêşvanên li zozanên xwedî florayeke dewlemend dimînin dest bi hilanîna hingiv kirin.
Tê payîn ku îsal ji 65 hezar kewarên li tevahiya bajêr 600 hezar ton hingiv bê hilanîn û ev jî biqasî 180 milyon lire piştgirî bide aboriyê.
Waliyê Mûşê Avnî Çakir jî bi malbata Baglam ra ya ku bi piştgiriya hîbeyê ya Midûriya Bajêr a Daristan û Çandiniyê û Saziya Piştgiriya Pêşketina Gundewar û Çandiniyê jî tevî hilanîna hingiv bû.
Çakir piştî ku hingivê li gundê Sogucaka li ser navendê hat hilanîn daxuyanî da rojnamevanan û got ku potansiyela mêşvaniyê ya Mûşê zêde ye.
Çakir got ku di mêşvaniyê da bi pêngavên hêzdar pêş dikevin û axaftina xwe wiha domand:
"Herêma me li Tirkiyeyê yek ji wan cihan e ku hingivê kulîlkan a herî bi kalîte lê derdikeve. Em tevî hilanîna higiv bûn. Ev kar wekî fabrîqeya bêdîxan e. Em amade ne ku her cure piştgiriyê bidin ciwanên xwe."
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Mûşê Mehmet Gun jî diyar kir ku floraya Mûşê li gor bajarên din dewlemend e.
Gun da zanîn ku li bajêr mêşvanî zêde tê kirin û got ku "Li Mûşê 65 hezar kewarên 392 kargehên me hene. Me îsal jî bi mêşvanên xwe ra hevdîtin kir, li benda ber û bereketeke baş in. Hêviya me ew e ku biqasî 600 hezar ton hingiv bê hilanîn. 400 kewarên mêşan ûn kargeha me ya ku hem ji TKDKyê hem jî ji me piştgirî hilde heye. Ez hêvî dikim ku bi ber û bereket be."