Hüseyin Yıldız
17 Hezîran 2023•Rojanekirin: 23 Hezîran 2023
Di Çêwlika Îdir Kazim Karabekir a Midûriyeta Giştî ya Saziya Çandiniyê (TÎGEM) ya Wezareta Çandinî û Daristanê da ku li Îdirê ser xeta sînor e pez û dewarên fehla tên xwedîkirin.
Mêrgên li herêma Dîlucuya ku ser xeta sînor a bi Îran, Ermenistan û Nexçiwanê cî digire ji alî TÎGEMê va tên hildanûdanîn.
Di çêwlika li ser qadeka 187 hezar donimî hatiye avakirin û Çemê Erez û Karasuyê jî ji nav ra derbas dibe pez û dewar tên xwedîkirin.
Pez û dewarên ku seranserê salê li mêrgê diçêrin paşê tên firotin.
Midûrê saziyê Yusuf Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ekîbên TÎGEMê wekî li Dîlucuyê çar aliyê welêt xebatên xwe didomînin.
Yilmaz got ku di 17 çêwlikên TÎGEMê da 16 hezar û 700 pez û 1189 jî dewar hene û wiha domand: "Em pez û dewarên xwe li mêrgan diçêrînin. Herêma em lê ne ji bo xwedîkirina heywanan gelekî baş e."