Ömer Varlık
21 Gulan 2026•Rojanekirin: 21 Gulan 2026
Li Mûşê xebatên lêgerîna jinika ku ji ser pireyê ra derbas dibû û ket robarê û winda bû, dewam dikin.
Duh li texma gundê Cevîzlîdereyê jinika bi navê G.Y (50) dema ku ji pireyê ra derbas dibû, teisî û ket robarê. Ji bo jinika winda AFAD, cendirme, UMKE û ekîbên Lêgerîn û Xelaskirina Binê Avê yên Cendirme ku ji Wanê hatin, li herêmê dixebitin.
Ekîb herî zêde di robar û derdora wê da digerin.
Welatî hî piştgiriyê didin xebatên lêgerînê. Ekîbên Heyva Sor jî xwarin û vexwarin îkramî ekîban kirin.
Xizmên jinika winda Mehmet Halît Uygur ji rojnamegeran ra got ku ji duh va xebatên lêgerînê dewam dikin.
Uygur spasiya ekîban kir û wiha got, "Hemû ekîb û gundî bûne seferber. Em hêvî dikin ku em zûtirî bibînin û bigihêjinê."