Nevzat Umut Uzel
08 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2026
Endamên koma werzişê ya Rek-Vanê ku ji bo teşwîqkirina jiyana bitendurist li Wanê hatin cem hev, li rotayên ku ji peravên Gola Wanê heta çiyan, ji avahiyên dîrokî heta bedewiyên siruştî diçin da bi kîlometreyan dibezin. Bi vê çalakiya xwe hem teşwîq dikin ku werziş berbilav bibe û hem jî bedewiyên bajar ên ku li benda keşifkirinê ne derkevin holê.
Koma ku salek berê hate avakirin û nêzîkî 150 kesî ji komên pîşeyî yên cuda li hev civand, li peravên Gola Wanê û li qadên çiyayî li rotayên nû çalakiyên bezê û meşên siruştê organîze dike.
Koma ku ji bijîşk heta mamoste, ji endazyar heta dadwer, ji hemşîre heta xwendekar kesên ji pîşeyên cuda tê da civiyan, çalakiyên xwe yên werzişê veguherandin amrazekî keşifkirina dîrok, çand û siruşta bajêr.
Endamên ku hefteyê du rojan tên cem hev, piştî bez û meşên ku bi kîlometreyan dikişînin hem bi hev ra kêfa werzişê hem jî kêfa dîtina bedewiyên Wanê ji nêz va derdixin.
Koma ku her ku diçe mezin dibe û bêtir kesan teşwîqî werzişê dike, bi parvekirina wêneyên bedewiyên dîrokî û siruştî yên li ser rotayên xwe di hesabên medyaya civakî da jî tevkariyê dide nasandina parêzgehê.
Ji avakerên komê, rahênera soberiyê Fatma Nur Erdemê ji nûçegihanê AAyê ra ragihand ku ew wekî malbat salên dûr û dirêj e bi werzişê ra mijûl dibin.
Erdemê diyar kir di çarçoveya koma ku ava kirine da hefteyê 2 rojan dibezin û got, "Em bi kesên ku ji bajarên din hatine ra tên cem hev û bi werzişê hem kêfê dikin hem jî Wanê didin nasîn. Em li cihên cuda yên bajêr rev û bezan organîze dikin. Bi vê riyê em hem dibezin hem jî cihên dîrokî yên bajar keşif dikin. Em kêfa dîmena bedew a siruştê û golê derdixin. Hefteyê 2 rojan bezên me çêdibin."