Abdullah Tel
31 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2020
Li gor giştînameya Wezareta Karên Navxweyî weşand qewlê girtina eywanên sînemayê yên ku di 31ê Berfanbarê da diqediya wê heta 1ê Adara 2021î dewam bike.
Wezareta Karên Navxweyî giştînameyeke pêvek a der barê eywanên sînemayê da ji walîtiyên 81 bajarî ra şand. Li gor giştînameyê tevlî mesafe, paqijî û rûpêça ku rêgezên sereke yên heyama jiyana civakî ya bikontrol in wê ji ber talûke û rîskên şewbê di her qada jiyanê da rêgezên nû hatin kifşkirin û tewdîrên nû hatin diyarkirin.
Li ser daxwaza sektorê biryar hatibû dayîn ku bila kar û xebatên li eywanên sînemayê heta 31ê Berfanbarê bên sekinandin.
Di merheleya niha da him daxwazên sektorê û him jî hevdîtinên bi Wezareta Çand û Tûrîzmê ra hat kirin da biryar hat dayîn ku ji bo têkoşîna li hemberî şewbê bidome bila ev qewl bê dirêjkirin û di vê çarçoveyê da eywanên sînemayê wê heta 1ê Adara 2021î girtî bimînin.