Elif Irmak
30 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2021
Li Mêrdînê 240 avahiyên ku mîmariya dîrokî ya bajarê xweşbiniyê xira dike dê bên xirakirin.
Bi serokatiya Walî Mahmut Demirtaş ji bo ku mîmariya bajarê dîrokî ya ku kevirên hatine neqişkirin her demsal diguhere rengeke din û bi vî awayî hema bêje ziyaretvanên wê derdikevin rêwîtiyeke dîrokî derxînin holê xebat dewam dikin.
Walî Demirtaş di daxuyaniya xwe da got ji bo ku dîmenên ku sîlueta avahiyên dîrokî xira dikin ji holê bê rakirin xebat dan destpêkirin û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê pereyê terxankirî şand, bi vî pereyê dê nêzî 240 avahiyên ku heta niha hatine tesbîtkirin bên xirakirin.
Mîmariya Mêrdîna bajarê dîrokê dê derxînin holê
Demirtaş da zanîn ku welatiyên xwediyê van avahiyan bûn alîkar û bi hemû saziyên eleqedar û welatiyan va ji bo ku dîmena bajêr xweşiktir be dixebitin.
Demirtaş got hedefa wan ew e ku avahiyên dîrokî ji her hêlê va baştir xuya bikin û hemû xweşikahiyên bajêr derxînon holê û ev gotin: "Ji bo ku Mêrdîna me ya ku yek ji bajarên turîzmê yên herî girîng ên welatê me ye bînin statuya ku dê bala turîstên herêmî û biyanî bikşîne û potansiyela wê ya turîzmê roj bi roj zêdetir bikin xebatên me dê bênavber dewam bikin."
Serokê Komeleya Parastin û Jiyandina Nirxên Mêrdînê Mehmet Beşîr Guneş jî behs kir xebata ku demek dirêj bû li bendê bûn axirê dest pê kir, xebata xirakirinê dê piştgiriyeke erênî bide bajêr.
Guneş behs kir ku li Mêrdînê dîn û zimanên cuda hene û koka wê digihêje zemanên berê û axaftina xwe wiha domand:
"Mêrdîn bi avahiyên xwe yên dîrokî û kolanên xwe va bajarekî wisa ye ku ji bo dinyayê mînake . Peywira me ya eslî ew e ku em vê dîrokê, avahiyên dîrokî derxînon holê. Ji ber vê yekê ez gelekî spasiya Wezareta me ya Hawirdor û Bajarvaniyê, Walîtiya me dikim."
Guneş qal kir ku xebat dê piştgiriyeke mezin bide pêşketina turîzma bajêr.
Rayedarê acenteya seyahatê ya Gozal Turîzmê Fehmî Sîncar jî got ku şikayeta herî mezin a turîstên tên bajêr qirêjahiya dîmenan e.
Sîncar da zanîn ku xirakirina avahiyên betorname yên ku pêşiya avahiyên dîrokî digirin, dîmenê qirêj dikin dê piştgiriyeke mezin bide bajêr û wiha axivî: "Ez wisa difikirim ku xirakirina van dê di heyama piştî pandemiyê da piştgiriyeke mezin bide turîzmê. Dema ev bên xilaskirin dê xweşikahiya bajêr derkeve holê."