İbrahim Atmaca
28 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2020
Li Midûriya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Cizîrê wêneya Esker Cizîriyê ji dengbêjên navdar, kir nava Dengbêjên girîng. Cizîrî bi salan e dengbêjiyê dike û ji aliyê gelê herêmê va tê hezkirin.
Esker Cizîrî li Cizîrê di nav dengbêjên navdar ên weke Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî û Seîd Axayê Cizîrî (Sîdê Hemo) da cih digre û li Cizîrê 45 sal e him besteyên xwe û him jî stranên Mihemed Arif Cizîrî dibêje.
Wêneya Esker Cizîrî li Mala Dengbêjan a ku di binê banê Midûriya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Cizîrê da fealiyetê dike, bi beşdariya Qaymeqam û Cîgirê Şaredar Davut Sînanoglu hat daliqandin.
Sînanoglu diyar kir ku divê meriv qedir û qîmeta kesên bi qîmet hê di heyata wan da bigre.
Sînanoglu diyar kir, ew kêfxweş e ku bi Esker Cizîriyê nûnerê kevneşopiya dengbêjiyê ra ye û wiha dewam kir:
"Em girîngiyê didinê ku kevneşopiya dengbêjiyê neyê jibîrkirin, nifşên nû fêrî vê kevneşopiyê bibin, çand, edet, baweriya vê herêmê bi çanda dengbêjiyê ra hîn bibin û fêrî nifşên nû bikin. Kevneşopiya ku bi Esker Cizîrî dewam dike, ji bo ku bi dengbêjan dewam bike em wek Şaredariya Cizîrê xebatan dimeşînin. Ji ber pandemiyê me ev xebat nekirin rewacê, lê em dixwazin ku bi pêşengiya Esker Cizîrî, Mesût Cizîrî û Abdurrahman Cizîrî dengbêjên me yên ciwan perwerde bibin û vê çandê bidomînin. Esker Cizîrî jî yek ji van nûnerên girîng e û Xwedê emrekî dirêj bidê û Xwedê tu zewalê nedê."