Osman Bilgin
01 Îlon 2022•Rojanekirin: 05 Îlon 2022
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li ser sûrên dîrokî yên di 2015an da ji hêla UNESCOyê va wek Mîrata Çandî ya Dinyayê hatin hilbijartin xebatên nûkirinê dimeşîne ku li vir qendîleke 1500 salî hat dîtin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ku sûrên Diyarbekirê dîsa wek berê bi heybet bin li navçeya Sûrê xebatên nûkinirê dewam dikin.
Di xebatên arkeolojiyê da qendîleke 1500 salî ya ji heyama Romayê hat dîtin.
Serokatiya Daîreya Îmar û Bajarvaniyê ya Parastin û Sepandinê û Midûriya Şaxa Buroyên Kontrolê (KUDEB) li ser qendîlê lêkolîn kirin û paşê teslîmî Midûriya Muzeyê kirin.