Melik Fırat Yücel
01 Îlon 2022•Rojanekirin: 03 Îlon 2022
Li salonên sînemayê vê hefteyê sisê jê xwemalî, 8 fîlm wê têkevin vîzyonê.
Di fîlma "Cinawir" da Idrîs Elba, Sharlto Copley, Leah Jeffries û Iyana Halley tê da dileyîzin û cureya fîlmê rageşî ye.
Di fîlmê da bav û du keçên wî diçin Afrîkaya Başûr. Şêrek jî li herêma nêçîrê ji destê nêçîrvanan difilite û bav û keç jî li vê herêmê ne.
Ryan Engle senaryoya fîlmê nivîsiye û Baltasar Kormakur jî derhêneriya wê kiriye.
- "Dewet"
Derhêneriya wê Jessica M. Thompsonê kiriye û li Amerîkayê hatiye kişandin, cureya wê rageşî ye.
Nathalie Emmanuel, Thomas Doherty, Hugh Skinner û Stephanie Corneliussen tê da dileyîzin.
Keçikeke bi navê Evie piştî ku diya wê dimire, kesekî wê namîne. Paşê testa DNAyê dike û eqrebayekî wê dertê. Eqrabayên wê, wê vedixwînin dewatekê, lê niyeta wan xerab e. Fîlm qala çîroka Evieyê dike.
- "Merivê Pîrhevok: Vegera Malê Tuneye"
Tom Holland, Zendaya, Benedict Cumberbatch, Marisa Tomei û Jacob Batalon tê da dileyîzin û cureya wê macera û honandina zanistî ye.
Jon Watts derhêneriya wê kiriye û di 2021ê da hatiye kişandin. Nasnameya Merivê Pîrhebok dertê holê û ji kesekî bi navê Doxtor Strange alîkariyê dixwaze.
- "Du Devên Kêrê"
Claire Denis derhêneriya fîlmê kiriye, Juliette Binoche û Vincent Lindon tê da dileyîzin. Li ser çîroka jin û mêrê ku ji hev du hez dikin, disekine.
- "Macerayên Nêçîrvanê Xezîneyê û Tableta Zumrutê"
Enrique Gato derhêneriya fîlmê kiriye û cureya wê anîmasyon e.Di fîlmê da lahîtek bi şaşî tê xerabkirin û ji bo leneta wê bi dawî bibe hewl tê dayîn.
- "Sanri"
Onur Bîlgîn derhêneriya wê kiriye û Neşe Erkal û Halît Şahîn tê da dileyîzin. Jinek wekî leleya keçikeke piçûk dest kar dike û paşê xwe di nava bûyeran da dibîne.
- Komediyên xwemalî yên hefteyê
Di "Şahidê Derewkar" da Înan Ulaş Torun, Algi Eke, Onur Sermîk, Ruhsar Gultekîn û Denîz Oral dileyîze û Bîlal Kalyoncu derhêneriya wê kiriye. Derhêneriya komediya xwemalî ya "8-0"ê jî Ugur Guzel kiriye.