Kaan Bozdoğan
22 Gulan 2026•Rojanekirin: 22 Gulan 2026
Galaya li Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) ya ku Emîne Erdogana xanima Serokomar Erdogan jî beşdar bû bi vîdeoya ji koleksiyona rêzefîlmên di platformê da cî digirin hat çêkirin hat nîşandan.
Di galaya ku beşa ewil a rêzefîlmê hat nîşandan da beşdarvanan ji bo gelek sehneyan demek dirêj çepik lê xist.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan piştî nimayîşê derketin ser dikê û Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran tabloyeke portreya nivîskar Şule Yuksel Şenlerê diyariyê wan kir.
Serokomar Erdogan û kesên pê ra piştî galayê bi lîstikvanên rêzefîlmê ra wêne kişandin.
Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy, Leyla Şahîn Ustaya Cîgira Serokê Koma AK Partiyê û Seroka Heyeta Mutewellî ya Weqfa Şule Yuksel Şenlerê û Midûrê Giştî yê TRTyê Zahîd Sobaci jî beşdarî bernameyê bûn.