Nevzat Umut Uzel
22 Gulan 2026•Rojanekirin: 22 Gulan 2026
Yasîn Mertê mamosteyê polê yê ku li Koleja Sîmyayê peywirdar e bi xwendekarên xwe yên ku dixwaze hezkirina xwendina pirtûkan bi wan ra çêbe çîrok da nivîsandin.
Çîrokên ku xeyalên xwendekaran nîşan didin wek pirtûk hat weşandin.
Pirtûkên çîrokan bi çalakiya li dibistanê hat lidarxistin hatin nasandin.
Mamoste Mert got ku projeyeke watedar kirin.
Mert diyar kir ku bi zarokan ra çîrok nivîsandin û axaftina xwe wiha domand:
"Piştî ku zarok xwendin û nivîsandinê hîn bûn me got gelo dikarin çîrokan binivîsin. Paşê em bi zarokan ra hatin bal hev û me çîrok nivîsandin. Pêvajo gelekî baş çû û zarokan çîrokên gelekî xweş nivîsandin. Xeyala me ew bû ku em van çîrokan çap bikin û bikin pirtûk. Ji bo me serbilindiyek e."
Xwendekarê pola 4emîn Arden Asaf jî got ku "Min pirtûka xwe di betlanaya havînê da nivîsand. Nivîsandina pirtûkan min gelekî kêfxweş dike. Min berê çîrok dinivîsandin. Me vê carê çîrokên xwe kirin pirtûk. Ez gelekî kêfxweş im."
Ji xwendekaran Eylul Beste Efeogluyê jî got ku gelekî bi kelecan e û wiha axivî:
"Em ji pola yekemîn va çîrokan dinivîsin. Di pola çaremîn da me biryar da ku çîrokên xwe bikin pirtûk. Ez dixwazim ku di pêşerojê da bibim nivîskar."