Önder Beyter
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
WASHINGTON
Nivîskar û CEOyê Washington Postê Fred Ryan der heqê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser Erebistana Siûdî da wiha got, "Ji tîranên dinyayê ra peyameke eşkere û xeternak hat şandin: Li ber Serokê Amerîkayê têra xwe pere bide ser hev, cinayetek, bi gotina herî di cih da dibe ku ji te ra bibe malê karê."
Ryan, daxuyaniya Trump a pêr wekî "ecêb, xelet û şeqlo beqlo" tewsîf kir û di nivîsara xwe ya di Washington Postê da wiha got, "Trump, Erebistana Siûdî ji qetilkirina rojnameger Cemal Kaşikçi pak kir."
Ryan îdia kir ku Trump bi qulpa "dijminê dewletê yê Siûdiyan e" Kaşikçi reş kir û şîroveya xwe wiha domand, "Serokê Amerîkayê bi wesîleya vê daxuyaniya xwe va ji dinyayê ra ragihand ku ew ê peywendiya xwe ya ligel Mîrzeyê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman qurbanî cinayeta Kaşikçi neke."
Ryan îdia kir ku daxuyaniya Trump a li ser Erebistana Siûdî, berjewendiyên Amerîkayê naparêze, bereksê vê yekê îxanetî berjewendiyên welêt dike û wiha nivîsî, "Ji tîranên dinyayê ra peyameke eşkere û xeternak hat şandin: Li ber Serokê Amerîkayê têra xwe pere bide ser hev, cinayetek, bi gotina herî di cih da dibe ku ji te ra bibe malê karê."
Ryan da bibîrxistin ku di daxuyaniyê da Trump bal kişand ser ewlekariyê û wiha got, "Ji bo her kesê ku têra xwe pere dide û çekên me dikire û ji bo dîplomasiyeke ku nirxên me binpê dike, sepandina cotstandardiyê wiha nake ku dinya bibe ciyekî ewletir."
Ryan îdia kir ku Mîrzeyê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman bûye sedemê gelek rûxandinan û wiha got, "Heger ev yek bi destê welatekî din bihata kirin, Amerîka dê bertekeke pir mezin nîşan bida."
Ryan diyar kir ku Teşkilata Navendî ya Îstixbaratê ya Amerîkayê (CIA) di lêkolîna xwe ya kûr û berfireh da gihîşt wê encamê ku emrê kuştina Kaşikçi ji aliyê Mîrzeyê Welîehd hatiye dayîn û wiha nivîsî, "Heger sedemek hebe ku delîlên (cinayeta Kaşikçi) CIAyê bên paşguhkirin, Serok (Donald Trump) divê destxwera vê delîlê ji qamûyê ra eşkere bike."