İbrahim Atmaca
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
QUDIS
Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku di bin îşxalê da ye, 20 Filistînî binçav kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn, li hin herêmên Şerîeya Rojava bi şev operasyon hatin kirin û bi îdiaya ku "tevî çalakiyên terorê bûne" 20 Filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Filistîniyên ku hatin binçavkirin ji bo îfadeyê sewqî navenda binçavkirinê ya herêmê kirin.
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê timî davêje ser malan û bi îdiayên curbecur va Filistîniyan binçav dike.
Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da 450 jê girtiyên îdarî nêzî 6 hezar û 500 Filistînî hene.
Îsraîl bi navê "girtîbûna îdarî" va Filistîniyan li gor îstixbaratê di navbera mehek û 6 mehan da digre. Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.