ÎSTANBUL
Ligel Amerîkaya ku li welatên erebî ji 50 hezarî zêdetir eskerê wê hene, li welatên Kendavê baregehên eskerî yên Fransa û Îngiltereyê û li Sûriyeyê jî baregehên eskerî yên Rûsyayê hene.
Welatên erebî bûne wekî baregehên eskerî yên hêzên rojavayî. Hin reveberiyên erebî yên ku ji hebûna hêzên dereke li Rojhilata Navîn aciz nabin, li hemberî wê yekê derdikevin ku Tirkiye di çarçoveya mafê xwe berevaniya rewa da operasyonên dervayî welat dike.
- Hêzên biyanî li Sûriyeyê
Amerîka ligel rêxistina terorê PKK/PYDya ku wekî mitefiqê xwe pênase dike, li bakur û rojavayê bakurê Sûriyeyê herêmeke fireh kiriye bin konrola xwe. Li vê derê 2 baregehên asîmanî yên Amerîkayê hene. Herwiha li vê herêmê li 8 noqteyên eskerî, yekîneyên taybet û ekîpmanên eskerî yên Amerîkayê hene.
Amerîkayê li herêmên ku di bin kontrola PKK/PYDyê da ne, li Rimêlana navçeya Hesekê di cotmeha 2015an da û li başûrê Eyn el-Ereb li gundê Xirab Işqê jî di adara 2016an da baregehên asîmanî ava kirin. Herwiha Amerîkayê sewqiyatên eskerî yên pir cidî ber bi van herêman kirin.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê Amerîkayê (Pentagon) Serheng Rob Manning di berfanbara 2017an da der heqê hejmara eskerên Amerîkayî yên li Iraq û Sûriyeyê da wiha axivîbû:
"Li Iraqê qedera 5 hezar û 200, li Sûriyeyê jî qedera 2 hezarî eskerên Wezareta Berevaniyê hene. Van hêzên navborî di têkoşîna dijî DEAŞê da alîkariyeke girîng dan hevkarên me."
Li gorî nûçeya BBC Erebî ya ku di 11ê nîsanê da hat weşandin û çavkaniya wê jî daneyên Pentagonê ne, li 12 welatên Rojhilata Navîn 54 hezar eskerên Amerîkayê hene, ji van welatên navborî jê li 7 welatan baregehên Amerîkayê hene.
Di nûçeyê da navê van welatên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur wekî Misir, Îsraîl, Libnan, Sûriye, Urdin, Iraq, Kuweyt, Erebistana Siûdî, Yemen, Oman, Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî, Qeter û Behreyn hatin destnîşankirin.
Li gorî peymana ku di navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û rejima Sûriyeyê da di 2016an da hat îmzekirin, hêzên Ûris wê Baregeha Asîmanî Himeymîmê ku li parêzgeha Lazqiyeyê ya Sûriyeyê ya li rexê Behra Spî ye, heya 50 salan biemilînin. Rûsya ji xeynî vê, Baregeha Deryayî Tatûsê jî diemilîne.
Herwiha Îrana ku ji destpêka krîzê vir va pişta Beşar Esed dike jî ji 2014an pê va eskerên xwe şand Sûriyeyê.

- Baregehên Amerîkayê li Kendavê
Li Rojhilata Navîn baregeha eskerî ya herî mezin a Amerîkayê li Qeterê ye. Li Baregeha Asîmanî El-Udeyd ku 30 kîlomêtro li rojavayê paytext Dohayê ye, qedera 11 hezar eskerên Amerîkayê hene. Li vê baregehê ew kapasîte heye ku 120 wesayîtên asîmanî tevî ekîpmanên xwe werin amadekirin.
Li Kuweytê çend baregehên eskerî û asîmanî yên Amerîkayê hene. Li Baregeha Eskerî Ed-Doha ku 60 kîlomêtro dûrî sînorê Iraqê ye, tê texmînkirin ku ji 10 hezarî zêdetir eskerên Amerîkayê, ji hezarî zêdetir tang, bi sedan balafir û helîkopter hene.
Herwiha li Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî (MYE) jî Baregeha Asîmanî Ez-Zufra ya Amerîkayê heye. Li gorî texmînan li vê baregehê qedera 5 hezar esker, balafirên kewş û îqmala sotemeniyê û drone hene.
Li Behreynê jî Fîloya 5emîn a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê heye. Li baregeha ku li paytext Manamayê ye, tê texmînkirin ku ji 4 hezarî zêdetir esker, keştiyeke balafiran, noqav û gelek balafirên cengê hene.
Tê destnîşankirin ku hejmara eskerên Amerîkayî yên li Omanê hindik e.
Li Erebistana Siûdî ku welatê herî mezin ê Kendavê ye, vêga tu baregeheke Amerîkayê tuneye.
- Li Kendavê baregehên welatên din
Baregeha mayînde ya Fransayê li Ebû Dabûya paytextê MYEyê di 2009an da ji aliyê Serokomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy va hatibû vekirin. Tê texmînkirin ku li vê baregehê qedera 700 eskerên Fransayê hene.
Baregeheke eskerî ya Tirkiyeyê jî li Qeterê heye.
Îngiltereyê jî hefteya çûyî li Behreynê wekî cara ewil baregeha deryayî ya eskerî ya mayînde vekir.
- Hêzên biyanî li Iraqê
Li Iraqê ji dagiriya Amerîkayê ya sala 2003yan vir va bi hezaran eskerên biyanî ji bo armanca "parastina deverên stratejîk û perwerdeyê" li baregeh û kampên eskerî yên li ciyên cuda dimînin.
Amerîkayê piştî dagirkirina Iraqê di 2010an da biryara vekişandina eskerên xwe werigirt, lêbelê ji ber ku rêxistina terorê DEAŞ li vî welatî bihêz bû, cardin biryar da û "perwerdegerên eskerî" şand. Paşê "pisporên eskerî" yên Îngiltere, Fransa, Almanya, Rûsya, Îran, Hollanda, Îtalya, Norwec, Swêd û Danîmarkayê li vî welatî dest bi peywirê kirin.