İbrahim Atmaca
15 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
PODGORÎCA
Ji welatên Balkanê li Karadagê gel ji bo ku serokomarê xwe yê nû hilbijêre li gor saeta Tirkiyeyê di 08.00î da dest bi dengdayînê kir.
Li welêt Ji bo hilbijartina serokomariyê 1 jê jin 7 namzed hene, 532 hezar û 599 hilbijêrên qeydkirî wê bikaribin li ser hezar û 214 sandoqên ku li welêt û derveyî welêt hatin danîn, reya xwe bavêjin.
Karadag di sala 1990î da derbasî pergala partiyên pirhejmar bû û ji wê demê şûnda cara heftan e ku hilbijartin tê kirin. Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk Sosyalîst Milo Djukanovic, Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Sosyal Demokrat Draginja Vuksanovic, Serokê Giştî yê Partiya Karadagê ya Rastîn Marko Milacic, Serokê Giştî yê Partiya Edalet û Aştiyê Hazbija Kalac, namzedê Koalîsyona Sirp Dobrilo Dedeic, namzedê Partiya Karadaga Erênî Mladen Bojanic, namzedê serbixwe Vasilije Milickovic ji bo hilbijartina serokomariyê namzed in.
Dengdayîn wê li gor saeta Tirkiyeyê heta 21.00î dewam bike. Tê payîn ku encamên nefermî wê beriya nîvê şevê werin eşkerekirin.
Li Karadagê hilbijartina serokomariyê 5 salan carekê tê kirin, heke tûra ewil da kesek ji sedî 50yî zêdetir deng hilnede, herdu namzedên ku herî zêde deng hildane wê 14 roj şûnda di tûra duyemîn da cardin werin hilbijartin.
Filip Vujanovicê ku niha serokomar e hilbijartinên 2003, 2008 û 2013an qezenc kiribû û dema wezîfeya wî wê di 20ê gulanê da kuta bibe.