03 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
ENBAR
Abloqeya DAEŞa rêxistina terorê ya li ser bajarokê Bexdadiyê girêdayî navçeya Hedîse ya wîlayeta Enbarê têk şikest.
Fermandarê Operasyonên Cizîrê yê Artêşa Iraqê Elî Îbrahîm ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand, artêşa Iraqê bi piştevaniya hêzên hevpeymaniyê, li rojavayê Rumadiya navenda wîlayeta Enbarê ketin pêşrewiyê û gihiştin bajarokê Bexdadiyê girêdayî navçeya Hedîseyê, herwiha kontrola devera di navbera navçeya Hîtê û Bexdadiyê xistin destê xwe û abloqeya li ser Bexdadiyê têk şikandin.
- Di êrîşên asmanî da 29 terorîstên DAEŞê hatin kuştin
Ji aliyekî din va Fermandarê Operasyonên Enbarê Tuxgenaral Îsmaîl Mehlawî jî anî ziman ku firokeyên artêşa Iraqê û hêzên hevpeymaniyê li Enbarê mewzî û baregahên DAEŞê bombebaran kirin.
Mehlawî destnîşan kir ku di encama operasyonên li dijî baregahên DAEŞa rêxistina terorê yên li devera Elbu Assafa ku dikeve bakurê Rumadiyê da 15 terorîstên DAEŞî hatin kuştin û wiha pê da çû, "Herwiha li taxa Fellahatê cebilxane û kargehên teqemeniyê yên rêxistinê hatin bordûmankirin û di êrîşê da 14 terorîst hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn."
DAEŞa rêxistina terorê di sala 2014an da bajarokê Bexdadiyê ku balafirgeha Eyn Esedê, baregeha hêzên ewlekariyê yên Iraqê û hêzên hevpeymaniyê lê bû û navçeya Hîtê kontrol kiribû.