03 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
WASHINGTON
Rêvebiriya DYAyê ragihand ku fikrên wan ên li ser avakirina herêrêma ewledar ya li Sûriyeyê neguherîne.
Berdevkê Çapemeniyê yê Qesra Spî Josh Earnest di civîna çapemeniyê ya rojane da, bersiva pirsên der heqê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê da.
Earnest got ku fikrên Serok Barack Obama yên der heqê li Sûriyeyê avakirina herêma ewledar da neguherîne û wiha dewam kir: "Teklîfa herêma ewledar nirxandin, ji bo vê divê hêzên bejayê ewlehiya herêmê pêk bînin. Divê em semîmî bin. Obama li dijî fikra herêma ewledar e. Lewra ji destpêkê heta îro wiha dibêje. Divê em niha li dijî DAEŞê têbikoşin û hêza xwe bikin yek."
Earnest got ku divê aliyên navneteweyî yên ji bo rawestandina şerê li Sûriyeyê soz dabûn, sozê xwe bînin cih û wiha pê va çû: "Divê em ji bo rawestandina şer zorê bidine wan. Bi taybetî rejima Beşşar Esed divê sozên ku dabûn bi cih bîne."
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yê DYAyê John Kîrby li ser pirsekê, li Helebê avakirina herêma ewledar wiha nirxand: "Em dixwazin bibînin ku Sûriye bûye herêma biewle. Divê li hemiyê Sûriyeyê ewlehî pêk bê. Hedefa me ev e."
- Li Helebê nexweşxane hedef girtin
Kîrby li ser pirsekê bombekirina nexweşxaneyên li Helebê nirxand.
Kîrby got ku li Helebê êrîşî miletê sivîl dikin û wiha dewam kir: "Divê dawî li vana were. Rejima Esed gelê sivîl hedef digire. Niha jî însanên bê guneh û wezîfedarên tenduristiyê dike hedefa xwe. Divê ev helwest bê şermezarkirin."