28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
HÊWLÊR
Brett McGurkê Nûnerê Taybet yê Şerê Dijî DEAŞê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir kêfxweş in ku rêvebiriya navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi muzakereyê dixwazin pirsgirêkan çareser bikin.
Nêçîrvan Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li avahiya serokwezîriyê ya li hewlêrê bi Brett McGurk û lijneya pê ra civiya.
Li gor daxuyaniya ofîsa Barzanî hevdîtin ji çapemeniyê ra girtî hat kirin û di civînê da mijarên muzakereyên li Iraqê ji bona avakirina hikûmeta nû tên kirin, pirsgirêkên di navbeyna Bexda û Hewlerê da, bêkariya li bajarên li başûr, pirsgirêkên av û ceyranê û çalakiyên ji bona gendeliyê hatin gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin McGurk bal kişand ser pirsgirêkên di navbera rêvebiriya navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê da û diyar kir kêfxweş in ku rêvebiriya navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê bi muzakereyê dixwazin pirsgirêkan çareser bikin.
Barzanî der barê geşedanên dawîn yên di navbera Bexda û Hewlêrê da agahî da McGurk û destnîşan kir di serî da çareserkirina pirsgirêkan Herêma Kurdistanê amade ye ji bona avakirina hikûmeta nû ya li Iraqê muzakereyan bike.