Önder Beyter
28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2018
MUMBAI
Li Hindistanê otobuseke rêwiyan totî gelî bû û di encamê da 33 kes mirin.
Li rojavayê vî welatî li eyaleta Maharashtrayê otobusa ku xebatkarên zanîngehekê tê da bûn, di rê da totî gelî bû.
Hat ragihandin ku di encama qezayê da ji 34 kesên di otobusê da 33 kes mirin.
Hat destnîşankirin, ew mirovê ku ji qezayê filitî jî beriya ku otobus totî gelî bibe, xwe ji otobusê avêtiye xwarê û wisa xwe xilas kiriye.
Hat diyarkirin, xebatkarên zanîngehê yên di otobusê da ji xwe ra çûbûn pîknîkê.
Li Hindistanê ji ber xeletiyên ajokaran, rêyên bêkêr û xirabe û herwiha wezayîtên kevn, her salê qedera 110 hezarî însan di qezayên trafîqê da dimirin.