Haydar Şahin
02 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2017
DELHIYA TEZE
Derkete holê ku Amerîkayê sotemeniya qirêj îxracî Hindistana ku li dijî qirêjiya hewayê têkoşînê dide kiriye.
Di lêkolîna ku Associated Pressê meşand da hat diyarkirin ku Amerîkayê quma qetranê ya ku nikare bifroşe û petrokoka jibermayî îxracî Hindistanê dike.
Di lêkolînê da hat diyarkirin ku Amerîkayê di sala 2016an da 8 milyon mêtrekup petrokok şandiye Hindistanê, ji ber ku di nav petrokokê da karbon û silfura bi zirar hene bihayê wê erzan e û zehf germ dike.
Pisporên tenduristî û hawirdorê balê dikişînin ku Amerîkaya ku herî zêde petrokokê çêdike ji aliyekêva pirsgirêka hawirdorê îxrac dike.
Yekeya Kontrola Qirêjiya Hawirdorê ya Hindistanê di encama testan da diyar kir ku petrokoka ji Amerîkayê hatiye îtxalkirin li gor komira din 17 qatî zêde bi silfur e.
Sunîta Naraîna hawirdorhez a ji Hindistanê got, "Dibê em nebin sergoyê dinyayê. Jixwe bi li dijî qirêjiya hewayê têkoşînê didin."
Li Hindistanê her sal 1,1 milyon kes ji ber sedemên qirêjiya hewayê dimrin.
Tê gotin ku li welêt di nav ji sedî 50yê zarokan da kêmasiya fonksiyonên pişikê heye.