Haydar Şahin
02 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kir ku di mijdarê da li Sûriyeyê kêmzêde hezar sivîl hatin kuştin.
Di rapora SNHRê da hat destnîşankirin ku di pevçûnên navbera rejima Esed, mixalifên leşkerî, PYD/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê, hêzên Rûsyayê, koalisyona navneteweyî ya dijî DEAŞê da 209ê wan zarok, 59ê wan jin herî kêm 996 sivîl hatin kuştin.
Di heman raporê da hat gotin ku di êrîşên rejima Esed ên li ser sivîlan da 74ê wan zarok 503 sivîl hatin kuştin, di êrîşên Rûsyayê da 95ê wan zarok, 44ê wan jin herî kêm 279 sivîl hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di êrîşên PYD/PKKya di piştgiriya Amerîkayê da jî 15 sivîl, di êrîşên DEAŞa rêxistina terorê da 16ê wan zarok, 10ê wan jin bi tevahî 114 sivîl hatin kuştin.
Di raporê da hat diyarkirin ku di êrîşên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê da 6 sivîl, di êrîşên mixalifên çekdar da jî 5 sivîl hatin kuştin.
Wek mayîn hat destnîşankirin ku hejmara kesên ku bi destê kom an kesên nediyar hatine kuştin jî wiha ye; 24ê wan zarok, 5ê wan jin bi tevahî 74 kes.