Dildar Baykan Atalay
30 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2026
Fermandariya Hêzên Navend ên Amerîkayê (CENTCOM) daxuyand ku wekî bersivdayîna êrîşên ku Îranê birin ser baregehên Amerîkayê yên li Urdunê, wan li dijî hedefên Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê hona êrîşên nû kuta kir.
CENTCOMê daxuyaniya nivîskî da û wiha got, "Hêzên CENTCOMê li gorî saeta Rojhilata Amerîkayê ji 22.00î (BST 05.00) pê va hona êrîşên nû kuta kir ku wekî bersivdayîna êrîşên dijî hêzên Amerîkayê dabûn destpêkirin."
Li gor daxuyaniyê di hona êrîşên nû da navendên fermandeya eskerî yên Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê, tesîsên moşek û ÎHAyê, navendên çavdêriya qeraxan û parastinê û kapasîteya behrevaniyê hatin bombebarankirin û wiha hat gotin, "Armanca êrîşan li dijî hêzên Amerîkan, keştîvaniya bazirganî û welatên Kendavê yên cînar kêmkirina tehdîdên Îran û hêzên wê yên wekîl bû."
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku Îranê êvara 28ê Tîrmehê êrîşî baregeha eskerî ya li Urdunê kir û hat gotin ku ji 50 hezarî zêdetir eskerên Amerîkayê vê gavê li Rojhilata Navîn seba wezîfeyê sekinîne.