Ahmet Karaahmet
13 Mijdar 2024•Rojanekirin: 14 Mijdar 2024
Artêşa Sûriyeyê bi wesayitên esmanî yên bêmirov (ÎHA) êrîş bir ser gundekî ku dikeve aliyê rojavayê bajarê Helebê, di êrîşa 6 sivîl birîndar bûn.
Artêşa Sûriyeyê ya ku baregeha xwe li gundê Kafirhelebê cîbicî kiriye bi ÎHAyên kamîkaze êrîş bir ser gundê Ebzimo ku dikeve aliyê rojavayê Helebê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên parastina sivîl hatin hildan, di encama êrîşan da 5 jê zarok 6 sivîl birîndar bûn.
Birîndar veguhastin Nexweşxaneya Komeleya Tibê ya Sûreye Emerîkan.