Burak Dağ
14 Mijdar 2024•Rojanekirin: 15 Mijdar 2024
Artêşa Îsraîlê ragihand ku îro li Libnanê 6 eskerên wan hatine kuştin.
Artêşê derbarê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li gundekî başûrê Libnanê di pevçûneka bi Hizbullahê ra 6 eskerên wan hatin kuştin.
Hat ragihandin ku yek ji wan eskeran yuzbaşî bûye û herî kêm eskerekî wan jî birîndar bûye.
Artêşa Îsraîlê 30ê Îlonê ragihandibû ku li başûrê Lubnanê li dijî binesaziya Hizbullahê dest bi êrîşên bejayî yên sînordar û tund kiriye.