Mahmut Geldi
14 Nîsan 2025•Rojanekirin: 15 Nîsan 2025
Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê abîdeyeke Xirîstiyanan bi makîneya kar rûxand.
Xirîstiyanên li Libnanê di Cejna Yekşema Palmiyeyê da ku di yekşema berî Paskalyayê (Hêkesork/Zadîk) da tê pîrozkirin, hîn bûn ku abîdeya li bajaroka Yarûnê ya li Nebatiyeya li başûrê welêt ji hêla Îsraîlê hat rûxandin.
Wezîrê Xebatê yê berê Mustafa Bayram dîmenên rûxandina abîdeyê ya bi buldozerê va li ser hesabê xwe yê Xê parve kir.
Bayram di parvekirina xwe da wiha got:
"Dijminê siyonîst, li başûrê Libnanê abîdeyeke ku sembol û pîrozweriya dînî vedihewîne, dirûxîne. Ji bo selimandina wê yekê min ev dîmen kişand ku Îsraîl ji xeynî xwe dijminî her tiştî ye. Ew (Îsraîl) heyîneke xerîb a dagirker e û di nav gelên herêmê da cihê wê tuneye."
Ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê NNAyê jî bûyer bi gotinên, "Îsraîla dijmin, di çarçoveya îxlanên xwe yên dijî Libnanê da peykerê Ezîz Yorgî yê li bajaroka Yarûnê rûxand" ragihand.