Hamdi Yıldız
14 Nîsan 2025•Rojanekirin: 15 Nîsan 2025
Hûsiyên li Yêmenê ragihandin ku wan li bakurê welêt droneke bêmirov a Amerîkayê daxist.
Berdevkê Eskerî yê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku wan li bakurê welêt li parêzgeha Hecceyê droneke cure MQ-9 a Amerîkayê daxist.
Berdevk Serî destnîşan kir ku drona Amerîkayê di dema êrîşa dijî herêmê da ji hêla pergala parastina asîmanî ya Hûsiyan a berhemanîna xwemalî hat têkşikandin.
Berdevk Serî bal kişand ku bi vê va hejmara dronên çekdar ên cure MQ-9 ên wan di çarçoveya piştgiriya Xezeyê da daxistin, derket 19an.
- Hûsî: Di êrîşa Amerîkayê ya dijî Sanayê da 5 kes hatin kuştin
Li Yêmenê Hûsiyên ku Îran piştgiriyê dide wan daxuyand, balafirên şer ên Amerîkayê êrîşî fabirqeya seramîkê ya li Sanayê kir û di 3 êrîşên esmanî da 5 kes hatin kuştin, 13 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan hat dayîn, balafirên şer ên Amerîkayê li rojavayê Sanayê 3 êrîşên esmanî birin ser beldeya Benî Materê.
Di êrîşan da 5 kes hatin kuştin, 13 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da ji bo êrîşê zêdetir agahî nehatin parvekirin.