Mustafa Deveci,Ethem Emre Özcan
06 Mijdar 2025•Rojanekirin: 07 Mijdar 2025
Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî tehdîda dijî 3 bajarokên cuda dijî "hedefên Hîzbullahê" yên li başûrê Libnanê êrîşa asîmanî da destpêkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê da hat diyarkirin ku dijî Libnanê êrîşa asîmanî dan destpêkirin.
Hat gotin ku di êrîşan da "hedefên Hîzbullahê" hatin lêxistin û bêtri hûrgilî nehatin dayîn.
Êrîşên artêşa Îsraîlê piştî tehdîda ku dê hin cihên li 3 bajarokên li başûrê Libnanê bên lêxistin hatin kirin.
Ji hêla din va li gor nûçeyên di çapemeniya Libnanê da artêşa Îsraîlê êrîşên asîmanî birin ser bajarokên Et-Taybe, Tayr Debba ên li başûrê Libnanê ku berê ragihandibû ku dê lê bixe.
Meqamên Libnanê hê tu daxuyanî nedan ka di êrîşan da tiştek bi kesî hatiye yan na.
Dema êrîşan da li asîmanê Beyrûtê dengê wesayîtên asîmanî yên bêmiroc hat bihîstin.