Meiramgul Kussainova
08 Mijdar 2025•Rojanekirin: 14 Mijdar 2025
Wezareta Karên Derva ya Qazaxistanê ragihand ku welatê wan fermî beşdarî Peymanên Abrahamê bûye.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Qazaxistanê da hat destnîşankirin ku welatê wan fermî beşdarî Peymanên Abrahamê bûye û wiha hat gotin, "Ev biryara giring bi tenê ji bo berjewendiyên Qazaxistanê hat girtin û bi awayekî tam pabendê siruşta siyaseta derva ya hevseng, avaker û aştiyane ya dewleta me ye."
Di daxuyaniyê da tekezî hat kirin ku beşdarbûna di Peymanên Abraham da dê hevkariya bi hemî welatên têkildar ra xurt bike û ji ber vê yekê bi tevahî bi armancên stratejîk ên Qazaxistanê ra lihevhatî ye.
Di daxuyaniyê da her wiha hat destnîşankirin ku Qazaxistan dê li ser bingeha biryarên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî (NY) û binemaya "du dewlet ji bo du gelan" ji bo çareseriyeke dadmend, berfireh û domdar a nakokiya Rojhilata Navîn berdewam be.