Türkan Tosun
07 Sibat 2019•Rojanekirin: 08 Sibat 2019
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî daxuyand ew piştgiriyê didin hikûmeta nû ya Iraqê.
Serokwezîrê Îtalyayê Gîuseppe Conteyê ji bo hevdîtinên fermî hatiye Iraqê piştî ziyaretên xwe yên li Bexdayê hat Hewlêrê.
Barzanî bi merasimeke fermî pêşwaziya Conte kir. Piştî hevdîtinê Barzanî û Conte civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
- "Em dixwazin pirsgirêk bên çareserkirin"
Barzanî daxuyand ew piştgiriyê didin hikûmeta nû ya Iraqê û wiha axivî: "Herêma Kurdistana Iraqê piştgiriyê dide hikûmeta Adil Ebdulmehdî. Em dixwazin pirsgirêk (Bexda-Hewlêr) bên çareserkirin."
Barzanî got ew li ser têkoşîna dijî DEAŞê û rewşa siyasî ya HKIyê axivîne û wiha dewam kir: "Îtalyayê him ji hêla perwerdeya eskerî, him jî ji hêla piştgiriya mirov û eskeran alîkarî da Iraqê û HKIyê."
Serokwezîrê Îtalyayê Gîuseppe Conte jî behsa jinûvaîmarkirina Mûsilê kir û wiha axivî: "Ji bo jinûvaavakirina Mûsilê di qada vejen û aboriyê da 40 şirketên me dixebitin."
Conte behsa DEAŞa rêxistina terorê jî kir û got ew ji bo her kesî talûke ye.
Îtalya di nav koalîsyona ku dijî DEAŞê têkoşînê dide û serkêşiya wê Amerîka dike da cih digre. Ji bo perwerde û şêwirmendiyê 1500 eskerên Îtalyayê li Iraqê heye.