Önder Beyter
06 Sibat 2019•Rojanekirin: 07 Sibat 2019
ANKARA
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî diyar kir ku kêşeyên herêmî û kurewî ji ber midaxeleyên Amerîkayê çêdibin.
Ruhanî li paytext Tehranê piştî civîna Lijneya Wezîran ji têlevîzyona dewletê ra axivî û bersiv da gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên dijî Îranê.
Ruhanî got ku rêveberiya Washingtonê der heqê gelê Îranê da bi piranî bi şêweyeke xelet û netê diaxive û wiha dewam kir, "Kêşeyên ku em li herêmê û dinyayê rast tên, ji ber midaxeleyên Amerîkayê yên ne di cih da çêdibin. Herkes vê yekê dizane."
Serokomarê Îranê Ruhanî herwisa wiha got, "Amerîkayî îro midaxeleyî Amerîkaya Latîn û qedera Venezuelayê dikin. Em li çarheqalê dinyayê rastî midaxeleyên Amerîkayê tên. Ev pêvajoya ku wan daye ber xwe, ne bi kêrî wan tê û ne jî bi kêrî gelê Amerîkayê tê."
Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya "Rewşa Yekîtiyê" ya li Kongreyê da îdia kiribû ku Îran piştevanê herî mezin ê terorê ye. Trump gotibû ku ew ê nehêlin Tehran gefê li hevkarên Amerîkayê yên li herêmê û Cihûyan bixwe.