Abdullah Tel
13 Sibat 2019•Rojanekirin: 15 Sibat 2019
MÛSIL
Bazara dîrokî ya Mûsilê di êrîşên DEAŞa rêxistina terorê da zirareke mezin gihîştiyê wê li gor eslê xwe yê berê ji nû va bê avakirin.
Waliyê Mûsilê Nûfeyl Hamadî daxuyanî da Es Sabaha rojnameya nîvefermî ya Iraqê û got ku bazara dîrokî ya herî mezin a Mûsilê ya ku ji ber şer û pevçûnên bi DEAŞê ra zirareke mezin dîtibû wê ji nû va bê çêkirin.
Hamadî destnîşan kir ku dikanên li bazarê wê li gor eslê xwe bên çêkirin û di nav 250 rojî da jî wê teslîmî xwediyên wan bên kirin.
Walî der barê avakirina bazara dîrokî ku wê çi çaxê dest pê bike û xebatên restorasyonê ji hêla kê va bê kirin da jî tu agahî neda.
Bazara dîrokî ya li herêma aliyê rojavayê bajarê Mûsila kevn dikeve û jê ra dibêjin "Eymen" di operasyona bajar ji DEAŞê xilaskirinê da zirareke mezin dîtibû.
Şerê di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstên ku xwe di kuçe û kolanên teng ên bazarê veşartibûn da bi mehan dewam kir.
Hêzên Iraqê di Tîrmeha sala 2017an da bajarê Mûsilê di destê DEAŞê di 10ê Hezîrana sala 2014an da hildabû bin kontrola xwe, derxist.