İbrahim Atmaca
13 Sibat 2019•Rojanekirin: 14 Sibat 2019
ANKARA
Li Afrîkayê piştî qirnekî şûnda dîmenê leopareke reş hat kişandin.
Li gor nûçeya CNN Internationalê, ji Baxçeyê Heywanan a San Diegoyê Nick Pilfold û ekîba wî li Laikipia herêma Kenyayê dîmenê leopareke reş a mê kişand.
Ekîb li ser bihîstina ku li herêmê leopareke reş heye, ji bo kişandina dîmenê wê li gelek deveran kamera bi cih kirin.
Nick Pilfold diyar kir ku rêjeya leoparên ku pirça wan bi temamî reş e li çar aliyê dinyayê ji sedî 11 ye û piraniya van jî li Asyaya Başûrê Rojhilat dijîn û diyar kir ku li Afrîkayê leoparên reş pir kêm tên dîtin, herî dawîn di 1909an da li Etiyopyayê hat dîtin.
Hûrgiliyên xebata kişandina dîmenên leoparê di kovara "African Journal of Ecology"ê da hat weşandin.