İbrahim Atmaca
29 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2019
Berdevkê Ofîsa Kordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jens Laerke ragihand, li herêma ku Herekata Kaniya Aştiyê lê hat kirin, ji 23yê cotmehê vir va 74 hezar sivîl paşve vegeriyan.
Berdevk Laerke daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Li bakurê rojhilata Sûriyeyê cihê ku herekata eskerî ya Tirk lê hat kirin, di serî da hatibû ragihandin ku 180 hezar sivîl ji cî û warên xwe bûne. 106 hezarên wan hê nezivirîne, lê herî kêm 74 hezar Sûriyeyî vegeriyan."
Laerke destnîşan kir, Sûriyeyiyên ku ji 23yê cotmehê vir va vegeriyan malên xwe, kesên ku li nav welêt ji cî û warên xwe hatibûn kirin in.
Herekata Kaniya Aştiyê di 9ê cotmehê da dest pê kiribû.
Di navbera Tirkiye û Amerîkayê da di 17ê cotmehê da seba Herekata Kaniya Aştiyê hevdîtin hatin kirin û piştî hevdîtinan daxuyaniyeke ku ji 13 xalan pêk tê hatibû dayîn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn di 22yê cotmehê da daxuyandibûn ku wan ji bo bakurê Sûriyeyê li ser mitabaqateke ku ji 10 xalan pêk tê, li hev kir.