Fatih Gazioğlu
29 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2019
Li bakurê Efxanistanê li Akçaya navçeya wilayeta Cuzcanê milîtanên Talibanê êrîşî qereqolekê polêsan kir û 21 kes kuştin.
Qaymeqamê Navçeya Akçayê Sahî Subhanî daxuyanî da çapemeniyê û got ku milîtanên Talibanê li Kelha Balahisarê êrîşî qereqolekê kir.
Subhanî got ku di êrîşê da jê yek sivîl 20 hêzên ewlehiyî bi tevahî 21 kes hatin kuştin û 5 polês jî birîndar bûn.
Subhanî destnîşan kir piştî êrîşê kontrola kelhê derbasî Talîbanê bûye û milîtanan 5 polês jî êsîr girtin.
Taliban jî daxuyanî da û îdia kir ku wan 27 polês kuştine.