Mustafa Melih Ahıshalı
09 Gulan 2022•Rojanekirin: 11 Gulan 2022
Serokê rejima Sûriyeyê Beşar Esed li Tehranê ligel rêberê dînî yê Îranê Elî Xamaney hat cem hev.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars, Xamaney digel Esedê ku bo Tehranê ziyareteke surprîz kir, kom bû.
Di hevdîtina ku mijarên herêmî û geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê hatin axaftin da Xamaney wiha got, "Divê hewl were dayîn da ku peywendiyên herdu welatan ji berê jî baştir bibin."
Hat destnîşankirin, di ziyareta Esed a ji bo Xamaney da Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Şoreşê Îsmaîl Kaanî û Wezîrê Karên Derva Huseyîn Emîr Ebdullahyan jî amade bûn.
Piştî hevdîtina digel Reîsî, serokê rejima Sûriyeyê Esed ji welêt veqetiya.