Ahmet Arslantaş
28 Tebax 2026•Rojanekirin: 28 Tebax 2026
Di şahiya ku li Zozanê Havuzbaşiyê ya li gundê Karagola li ser navçeyê hat kirin da konên reş hatin vedan, li ber dahol û zirneyê govend hat kirin.
Waliyê Adiyemanê Bîlal Goksun, Qaymeqamê Çelîkhanê Ozgur Pehlivan, Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Abdulkadîr Akkan û gelek vexwendî beşdarî şahiyê bûn. Di çalakiyê da hingiv dan beşdarvanan jî.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Abdulkadîr Akkan daxuyanî da rojnamevanan û got ku Adiyeman wekî berhemên çandinî yên din da di hilberîna hingiv da jî xwedî potansiyeleke pêşketî ye.
Akkan got ji ber ku cureyên nebatan zêde ye û florayeke dewlemend heye hingivê tê hilberîn bi kalîte ye û ev gotin:
"Em armanc dikin ku bi berhemên wekî polen, propolîs, jehra mêşan, şîrê mêşan va li bajarê me fealiyetên mêşvaniyê hê bêtir pêş bixin. Bi projeya me ya dawîn va me navenda hilberîna şahengê û maka mêşan li vir bikin û ji bo ji herêmê ra peydakirina mêşên mak herêma xwe bikin navendek."
Akkan da zanîn ku jimara kargehên ku berî erdhejê jimara wan 1200 îro derxistin 1600î, jimara kewaran ji 70 hezarî derxistin 90 hezarî û hilberîna hingiv ya salane jî ji 350 tonî derxistinê 480 tonî.