Zafer Fatih Beyaz
22 Îlon 2022•Rojanekirin: 23 Îlon 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy ra ji bo hêsîrên şer bên teqaskirin hewl da û di encama dîplomasiya pêk anî da Rûsya û Ukraynayê ragihandin ku îro teqaskirina 200 hêsîrên şer hatiye kirin.
Serokomar Erdogan di Turkevî ya li New Yorkê da daxuyanî da rojnamegeran, serdana xwe ya Amerîkayê nirxand û ji bo teqaskirina hêsîrên şer jî got ku ev yek bi saya hewla Tirkiyeyê hat kirin û ji bo dawî li şer bê jî gaveke girîng e.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye ji bo di navbera Rûsya û Ukraynayê da aştî pêk bê jî hewlên xwe didomîne.
Erdogan ji Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn û Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy ra jî ji ber ku destûr dan hêsîr bên teqaskirin, spas kir û got: "Ez ji hemû hevalên xwe yên ku di vê pêvajoyê da hewl dan ra spas dikim."