Ömer Tuğrul Çam
21 Îlon 2022•Rojanekirin: 23 Îlon 2022
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel ragihand, piştî biryara Rûsyayê ya seferberiya qismî, YE dê piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê bidomîne.
Michel di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir, welatên dinyayê li Lijneya Giştî ya NYyê ji bo hevkarî, ewlekarî û pêşketinê dixebitin, lêbelê Kremlînê di Roja Aştiyê ya Navneteweyî da seferberî ragihand.
Michel bal kişand ku piştgiriya YEyê ya ji bo Ukraynayê dê bidome û wiha got, "Di vî şerî da bi tenê êrîşkarek heye, ew jî Rûsya ye. Welatê tûşî êrîşê dibe jî Ukrayna ye."
Wezareta Parastina Rûsyayê îro serê sibehê seferberiya qismî ragihandibû û eşkere kiribû ku ew ê ji bo peywirê gazî 300 hezar eskerên pêvek bikin.
Li herêma Donbasa Ukraynayê, qaşo konseyên gel ên rêveberiyên Donetsk û Luhanskê û her wiha qaşo rêveberiya li Xersona di kontrola Rûsyayê da duh ragihandibûn, ji bo ku herdu herêm biçin ser Federasyona Rûsyayê dê dengdayîna gel were kirin.