03 Gulan 2016•Rojanekirin: 06 Gulan 2016
NANGARHAR
Li Nangarha bajarê Efxanistanê ku dikeve rojhilata welêt, zarokên ku di tanga dibistanê da ne ji bo ku piştgiriyê bidin malbata xwe di şert û mercên dijwar da li fabriqa tuxlayê dixebitin.
Zarokên ku emrê wan di navbera 6 û 17 an da ne, li navçeya Sorx Rodayê dijîn. Ji ber ku bavên wan çendîn sal berê ji bo kirîna derman an jî peydakirina pêdiviyên din ên acîl ji xwediyê fabirqeyan deyn stendine, zarok mecbûr in ku wî deynî bidin û ji bo vê jî di fabriqeyan da rojê 12 û 18 saetan mecbûr dixebitin.
Zarokên ku nikarin biçin dibistanê û ji bo paşerojê tu hêviyên wan nemane, rojê tenê dolarekî distînin.
Piraniya zarokên karker, keç in û di bin tavê da bi saetan dixebitin.
Zarok serê sibê dema ku diçin kar, sergîn û xweliyê li nav hev dixin û paşê ro dikin nav qalibên hesin û ji bo ziwabûnê datînin ber tavê. Tuxlayên ku ziwa dibin, li keleskên hespan dikin û dibin firûnê.
- "Nan ji perwerdeyê girîngtir e"
Merweya 12 salî wek gelek efxanan paşnava xwe tuneye. Merweyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew, bavê xwe û birayên xwe her roj herî kêm 14 saetan di fabirqê da dixebitin. Merweyê diyar kir, ji ber ku ew mecbûr e bixebite, nikare biçe dibistanê û destnîşan kir ku li welêtê wê nan ji perwerdeyê girîngtir e.
Merweyê daxuyand, ew ji piçûktiya xwe û heta niha wek karkera tuxlayê xebitiye, tenê diya wê ji bo çêkirina xwarinê li malê dimîne, wekî din hemû ferdên malbata wê di fabirqê da rojê 3 hezar tuxlayî çêdikin.
Keçika piçûk diyar kir ku tu hêviya wê ji paşerojê tuneye.
- "Di xeyala min da bijîşktî hebû"
Ehmed Mangalê 17 salî jî diyar kir, ew ji bo paşerojeke baştir, pir dereng ma û mecbûr e ku heta dawiya emrê xwe wek karker bixebite
Mangal destnîşan kir, daxwaza wî tenê ew e ku xwişk û birayên wî yên ku di fabirqê da dixebitin, biçin dibistanê.
Mangal got ku ew dema li fabirqê dest bi xebatê kir, 6 salî bû û wiha qise kir: "Min hê teze dest bi dibistanê kiribû. Ez nîv rojî diçûm dibistanê, nîv rojî jî min tuxla çêdikirin. Xeyalê min da dixtortî hebû. Ez pir dersê dixebitîm. Lê mixabin min nikaribû her du karan bi hev ra bimeşînim. Ez 5-6 salan çûm dibistanê. Paşê ji ber ku ez nedigihîştim kar, min dev ji dibistanê berda. Bavê min ji bo tedawiya diya min ji xwediyê fabirqê 70 hezar Efxanî (nêzî hezar dolarî) deyn standibû. Em jî ji bo ku wî deynî bidin, bi malê va mecbûr man ku di fabirqê da bixebitin. Me di nav 11 salan da tenê nîvê deynê xwe daye. Heta em deynê xwe bidin divê em li vê derê bixebitin."