Elif Orhan
24 Tebax 2017•Rojanekirin: 24 Tebax 2017
HEWLÊR
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu digel her yek Serokê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr û Serokê Partiya Tevgera Îslamiya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz re cihê cihê civiya.
Piştî civînan Çavuşoglu ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ber bi Tirkiyeyê ve derket rê.
Çavuşoglu di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Hewlêra bajarê HKIyê pêşî bi Serokê HKIyê Mesûd Barzanî re pişt re bi Arîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî re, pişt re jî bi Berpirsê Polîtburiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Sadî Ehmed Pîre û Serokê Komeleya Îslamî Elî Bapîr re hatibû bal hev.
Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta Iraqê de duh şev hatibû Iraqê û pêşî bi hemtayê xwe Îbrahîm Caferî re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistibû pişt re jî bi Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm, Serokwezîr Heyder Ebadî, Serokê Parlementoyê Selîm Cubûrî û rayedarên tirkmen re hatibû bal hev.