24 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
MOSKOVA
Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê destnîşan kir li Sûriyeyê hebûna Îranê wek talûke dibînin û wiha got: "Îran ji bo tesîra xwe ya li Sûriyeyê zêde bike zehf hewl dide. Ev rewş ji bona Îsraîl, Rojhilata Navîn û hemû dinyayê talûkeyeke mezin e."
Netanyahuyê li Soçiyê bi Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ra civiya beriya civînê der barê rojevê da axivî.
Binyamîn Netanyahu destnîşan kir di demên dawîn da Îran li Iraq û Yêmenê tesîra xwe zêde kir û got di heman demê da dixwaze li Libnanê jî kontrolê bike destê xwe.
Netanyahu destnîşan kir li Sûriyeyê hebûna Îranê wek talûke dibînin û wiha got: "Îran ji bo tesîra xwe ya li Sûriyeyê zêde bike zehf hewl dide. Ev rewş ji bona Îsraîl, Rojhilata Navîn û hemû dinyayê talûkeyeke mezin e. Heger DEAŞ ji holê bê rakirin îhtimal heye Îran tesîra xwe zêde bike."
Binyamîn Netanyahu diyar kir Îran piştgiriyê dide rêxistinên terorê û terorîzmê û got divê em ji bîr nekin Îran her roj gefan dixwe û dibêje em ê Îsraîlê ji holê rakin.